تبليغاتX
زبان و ادبیات کردی - هلند با عضویت ترکیه در اتحادیه اروپا مخالفت کرد .

زبان و ادبیات کردی

آموزش زبان کردی

هلند با عضویت ترکیه در اتحادیه اروپا مخالفت کرد .

ترکیه سالهاست که در آرزوی عضویت در اتحادیه اروپا می باشد . کشورهای عضو این اتحادیه به خاطر این که نظام لائیک ترکیه تحت کنترل نظامیان بوده و همیشه به جای حل مسئله کرد به سرکوب آنان پرداخته و می پردازد با عضویت این کشور در اتحادیه اروپا مخالفت ورزیده اند . آلمان فرانسه و اخیرا نیز هلند مخالفت صریح خود را ابراز داشته اند و این باعث رنجش شدید ترکیه شده است .

علی بلخکانلو

منبع : سایت کردی ( کرمانجی ) netkurd.com


Hollandî naxwazin Tirkiye bibe endamê YEyê
NETKURD
Aktuelbûn: 2009-05-28 12:37:50

Ji bilî du partîyan hemû partîyên din li dijî endametîya Tirkiyeyê ne. Bahaneya hineka ewe ku Tirkiyeyê ne ewropî ye û welatekî li dijî nirxên xiristiyanîyê ye.


 

Ji sala 2005an vir de Yekîtîya Ewropa (YE) bi Tirkiyeyê re bazarîya endametîya YEyê dike, lê heta niha di vî warî de gavek berbiçav nehatîye avetin. Herî dawî du sal berê Bulgarîstan û Romanya bûn endamên YEyê.

Wek welatên ewropî yên din mijara endametîya Tirkiyeyê di rojeva Hollandayê de ye jî. Piranîya Partîyên hollandî bi bahaneyên cuda li dijî endametîya Tirkiyeyê ne. Tenê Partîya Keskan û Partîya Demokrat (D66), berfirehbûna YEyê erênî dinirxînin. Li gora wan bi berfirehbûnê YE dewlementtir dibe û loma dixwazin Tirkiye jî bibe endamê YEyê.

Partiya Christen Unie (Partiya Yekîtîya Xiristîyanan) bi bahaneya Tirkiyeyê welatek ne ewropî ye û PVV (Partîya ji bo Azadîyan) jî bi bahaneya Tirkiye welatek misilman e, li dijî endametîya Tirkiyeyê derdikevin.

Hersê partîyên sereke VVD (partiya Lîberal), CDA (Partiya Demokrat a Xiristiyan) û PvdA (Partiya Karker) jî di wê qenaetê de ne ku Tirkiyeyê heta niha mercên YEyê bicîh neanîye; hê jî mafên mirov tên binpêkirin, artêş desthilatdar e û Qibrisa endamê YEyê nehatîye naskirin.

+ نوشته شده در  پنجشنبه هفتم خرداد 1388ساعت 19:59  توسط علی بلخکانلو  |