تبليغاتX
زبان و ادبیات کردی

زبان و ادبیات کردی

آموزش زبان کردی

رمان بالهای شکسته نوشته جبران خلیل با ترجمه کردی ( کرمانجی ) منتشر شد .

حسین محمدی این رمان را به کردی ترجمه و انتشارات هان آن را چاپ کرده است . Ji Weşanên Han romaneke nû: "Baskên Şkestî" NETKURD Aktuelbûn:14:57 - 12/3/2009 -------------------------------------------------------------------------------- Ji Weşanên HAN romaneke din ya nivîskarê mezin Xelîl Cibranî hat weşandin; "Baskên Şkestî." -------------------------------------------------------------------------------- Ev roman yek ji romanên sereke ya nivîskarî ye. Baskên Şikestî ji aliyê nivîskar û wergerê Kurd Husein Muhammed hat wergerandin. Wekî dihête zanîn berî niha jî romana Peyamber ya Xelîl Cibranî bi wergerandina Muahmmedî ve ji aliyê Weşanên Han hatibû weşandin. Li gor ragîhandina edîtoriya Weşanên Han, pîlaneke demdirêj ya wergerandina berhemên wêjeyî yên cîhanê bo Kurdî xistine pêş xwe û dixwezin vê pîlanê bi rêk û pêkî bimeşînin. Rayedarên weşanxaneya HAN didin destnîşankirin ku wan ji demeke berê de dest avêtine karê wergerî; bo nimûne romana Yaşar Kemal (Memê Zirav), romana Paulo Coelho (Sîmyager), dîwana Ahmed Arif (Min ji bêriya te paywend kevin kirin), dîwana Enwer Gokçe (Panzêr radibin ser me), bi nivîsandina Platonî, Xweparêziya Sokrates, dîwaneke ji helbestên Pîr Sûltan Evdal ya bi navê Pîr Sûltan Evdal im Ez bi Peynman im, pirtûka hilbijerdeyên Ahmet Altan (Felsefe, Cînayet, Leşkeri û Wêje) û gelek berhemên wiha bi wergerandina nivîskar û şairê Kurd Zeynel Abidîn hatine weşandin. Weşanên Han di sala 2007 de li Berlîn hat damezrandin û heta niha nêzîkî 20 pirtûkên wêjeyî yên Kurdî weşandine. Edîtoriya Weşanxaneyê radigîhîne ku jibo weşandina pirtûkan bes li du taybetiyên girîng digerin: Yek ji wan ev e ku divê berhem yek ji zaravên Kurdî be. Ya dûyemîn jî asteke xûrt ya karektera hûnerî ya berhemê hebe. Her çi qas di weşana pirtûkan de giraniyeke mezin dabin berhemên wergerî jî, rayedarên weşanxaneyê didin zanîn ku ew di weşandina pirtûkên telîfî de jî gelek hesas in. Ta niha çend pirtûkên wisa jî hatine weşandin û di nav şeh mehên pêş me de gelek dîwanên helbest û romanên telîfî jî wê bihên weşandin û pêşkêşê xwendevanên Kurd bihên kirin. Baskên Şkestî yek ji berhemeke sereke ya Xelîl Cibranî ye, di vê romanê de çîroka keçeke xemgîn (Selma) bi helwesteke fîlozofane û bi zimanekî evîndarê bê hêvî hatiye rîsandin. KNN/Nahê Xan Nasnameya pirtûkê: Baskên Şkestî * Xelîl Cibran Navê eslî: Broken Wings Ji Weşanên Han Çapa 1. Berlîn/Sebat-2009 Weşanên Han - 9 Roman - 3 /112 Rûpel Edîtor: Zeynel Abidîn Han Werger: Husein Muhammed Berg Design: Gazîn Onur Han HAN-GRAFIK Verlag & Werbeagentur Bülowstr. 56-57, 10783 Berlin Tel.: 00 49 (0) 30 23 55 25 40 Fax: 00 49 (0) 30 23 55 25 41 han-grafik@hotmail.de Ev e-mail ji ber spambots hatîye parastin, ji bo dîtina vê gerek JavaScript vekirî be ISBN: 978-94040997-14-2
+ نوشته شده در  پنجشنبه بیست و دوم اسفند 1387ساعت 23:10  توسط علی بلخکانلو  | 

برای علاقمندان زبان و ادبیات کردی

برای داونلود رایگان دستورزبان کردی( کرمانجی) نوشته پروفسور ژویس بلو و ویسی باراک استادان دانشگاه پاریس با ترجمه علی بلخکانلو به این نشانی مراجعه کنید .http://kurmanj.ir/news.php?readmore=37

برای داونلود رایگان رمان های مهم و برجسته به زبان کردی ( کرمانجی ) به نشانی زیر مراجعه کنید .
http://nefel.com/epirtuk/epirtuk_overview.asp?RubricNr=4

 برای اطلاعات بیشتر درباره زبان و ادبیات کردی می توانید به قسمت آرشیو این وبلاگ نیز مراجعه

کنید.

برای داونلود رایگان مجله Kurmanc ( کرمانج ) ویژه اصطلاحات حقوقی اقتصادی ریاضی فیزیک سیاسی ... به  کردی ( کرمانجی ) با ترجمه انگلیسی فرانسه ترکی آنها روی این نشانی کلیک کنید .

 http://www.institutkurde.org/publications/kurmanci/telechargement/

برای دسترسی به سایت دبستان کردی ( کرمانجی و سورانی ) در سوئد روی نشانی های زیر کلیک کنید .

http://www.dibistanakurdi.com/                                      http://www.dilpak.de/

برای داونلود رایگان کتاب های درمورد کردها به زبانهای کردی فرانسه انگلیسی ایتالیایی ترکی روی این نشانی کلیک کنید .

http://www.institutkurde.org/bibliotheque/en_ligne/

 

 برای خواندن یا برگرفتن اعلامیه جهانی حقوق زبانی با ترجمه کردی ( کرمانجی ) روی این نشانی کلیک کنید .

http://www.institutkurde.org/bibliotheque/en_ligne/danezana_gerduni_ya_mafen_zimani.php

+ نوشته شده در  یکشنبه هجدهم اسفند 1387ساعت 18:35  توسط علی بلخکانلو  | 

فیلم کارتونی کاوه آهنگر کرد در شاهنامه به بازار آمد .

فیلم کارتونی کاوه آهنگر کرد در شاهنامه به بازار آمد

.Anîmasyona Efsaneya Kawayî

hat çêkirin VIDEO


NETKURD
Aktuelbûn:00:51 - 8/3/2009

Fîlmê Anîmasyon yê efsanaya leheng û remza Newrozê Kawayê Hesînger hate çêkirin.


Fîlma Anîmasyon ya efsanaya leheng û remza Newrozê Kawayê Hesînger hate çêkirin. Fîlm bi awayê 3 dimenîsyon (3G- 3 boyut) hatiye çêkrin û zimanê wê jî kurmancî ye.

Ji bo agahiya zêdetir di derheqê fîlm de  ji lînka jêr serdana malperê  bikin


http://www.splash-animations.com

+ نوشته شده در  یکشنبه هجدهم اسفند 1387ساعت 18:28  توسط علی بلخکانلو  | 

ویژه علاقمندان زبان و ادبیات کردی

برای داونلود رایگان دستورزبان کردی( کرمانجی) نوشته پروفسور ژویس بلو و ویسی باراک استادان دانشگاه پاریس با ترجمه علی بلخکانلو به این نشانی مراجعه کنید .http://kurmanj.ir/news.php?readmore=37

برای داونلود رایگان رمان های مهم و برجسته به زبان کردی ( کرمانجی ) به نشانی زیر مراجعه کنید .
http://nefel.com/epirtuk/epirtuk_overview.asp?RubricNr=4

 برای اطلاعات بیشتر درباره زبان و ادبیات کردی می توانید به قسمت آرشیو این وبلاگ نیز مراجعه

کنید.

برای داونلود رایگان مجله Kurmanc ( کرمانج ) ویژه اصطلاحات حقوقی اقتصادی ریاضی فیزیک سیاسی ... به  کردی ( کرمانجی ) با ترجمه انگلیسی فرانسه ترکی آنها روی این نشانی کلیک کنید .

 http://www.institutkurde.org/publications/kurmanci/telechargement/

برای دسترسی به سایت دبستان کردی ( کرمانجی و سورانی ) در سوئد روی نشانی های زیر کلیک کنید .

http://www.dibistanakurdi.com/                                      http://www.dilpak.de/

برای داونلود رایگان کتاب های درمورد کردها به زبانهای کردی فرانسه انگلیسی ایتالیایی ترکی روی این نشانی کلیک کنید .

http://www.institutkurde.org/bibliotheque/en_ligne/

 برای خواندن یا برگرفتن اعلامیه جهانی حقوق زبانی با ترجمه کردی ( کرمانجی ) روی این نشانی کلیک کنید .

http://www.institutkurde.org/bibliotheque/en_ligne/danezana_gerduni_ya_mafen_zimani.php

 

+ نوشته شده در  پنجشنبه هشتم اسفند 1387ساعت 23:48  توسط علی بلخکانلو  | 

کتاب پیغمبر اثر خلیل جبران نویسنده مشهور عرب به کردی ( کرمانجی ) ترجمه و چاپ شد .

حسین محمدی آن را ترجمه و در آلمان انتشارات هان منتشر کرده است .

منبع : سایت کردی netkurd.com

http://netkurd.com/nuce_bixwine.asp?id=14994

Romana Xelîl Cibran ’Peyamber’


NETKURD
Aktuelbûn:13:01 - 6/2/2009

Romana nivîskarê mezin Xelîl Cibran ya bi navê Peyamber ji nav Weşanên Han derket. Pirtûk ji aliyê nivîskar û wergerê Kurd Husein Muhammed hatibû wergerandin.


Romana nivîskarê mezin Xelîl Cibran ya bi navê Peyamber ji nav Weşanên Han derket. Pirtûk ji aliyê nivîskar û wergerê Kurd Husein Muhammed hatibû wergerandin. Wekî dihê zanîn Xelîl Cibran nivîskar, şair, ramanwer û feylesofekî bi nav û deng yê hemdemî dihê naskirin.

 

Bi ziman û uslûba ku ew bi kar dihînê,  helwest û hizra wî ya kûr û derûnî û her wiha tevgera bîr û boçûnên ku ew di berhemên xwe de dicespîne, ji aliyê rewşenbîriya cîhanê de xwe daye qebûlkirin û jiber vê sedemê jî ew wek Nîetzsche yê hemdemî û cîhana fikriyeta Ereb dihête destnîşan kirin. Romana Peyamber bi wergera xweş û di cîh de ya Husein Muahmmed ji tema xwe ya orîjînî qet tiştek wenda nekiriye û Muhammed di vê xebata xwe ya wergerî de kurdiyeke pir bi herik, zelal û zengîn bi kar aniye.

Her wiha Husein Muahmmed gelek berhemên nivîsarî û helbestên klasîk yên mîna Gulistan ya Sedî Şîrazî û helbestên Xeyam û Yûnis Emre û gelek şair û nivîskarên cîhanî jî wergernadine.

Wek ragihandina berpirsên Weşanên Han li Berlîn, ev berhemên wergerî û xebatên din yên Husein Muammedî  dê rêz bi rêz di nav salên 2009-2010 de bi tevayî bihêtin weşandin. Edîtorê Weşanxanê dide ragihandin ku wan heta niha jî gelek wergerên wêjeyî weşandine, lê bi taybet di salên 2009 û 2010 de ew dê giraniyeke mezin bidine ser wergerên Kurdî ya ji wêjeya Cîhanî û di vê bernameya weşanên salên pêş me de cîhekî mezin wê bidine werger û xebatên wêjeyî yên nivîskar û wergêr Husein Muahmmedî. Edîtor dibêje: "Zimanê Kurdî bi taybetî û hêzên xwe yên dîrokî û bi berhemên xwe yên klasîk jixwe zimanekî gelekî zengîn e, lê ji aliyê wergerên ji zimanên cîhanî li kurdî her çi qas gelek kar hatibin kirin jî, hîna gelek berhem hene ku ew divê bo cîhana kultura kurdî bên qezenckirin. Ji ber vê yekê, wergerên wek cenabî Husein Muhammed divê bihên weşandin û bo xwendevanên Kurd berhemên nû yên ji Cîhanê bên pêşkêşkirin."
KNN/Nahê Xan
 

Nasnameya Pirtûkê:
Nivîskar: Xelîl Cibran
Peyamber/Roman
Wergêr: Husein Muhammed
Weşanên HAN
Edîtor  : Zeynel Abidîn Han
Çapa 1. Çille/2009-Berlîn
86 rûpel - 5,00 €
ISBN: 978-94040997-10-4

Navnîşana Daxwazkirinê:
Han-Grafîk Verlag & Werbeagentur
Bülowstr. 56-57
10783 Berlin/Deutschland
Tel.: 00 49 (0) 30 23 55 25 40
Fax : 00 49 (0) 30 23 55 25 41
www.kurdistan-news-net

+ نوشته شده در  پنجشنبه هشتم اسفند 1387ساعت 23:47  توسط علی بلخکانلو  | 

گلستان سعدی شیرازی به کردی ( کرمانجی ) ترجمه و چاپ شد .

حسین محمدی آن را ترجمه و در آلمان انتشارات هان منتشر نمد .

منبع : سایت کردی netkurd.com

http://netkurd.com/nuce_bixwine.asp?id=15191

‘Gulistan’a Se´diyê Şîrazî derket


NETKURD
Aktuelbûn:12:01 - 25/2/2009

Beşek ji dîwana bi navê Gulistan ya şairê klasîk yê Îranî Se´diyê Şîrazî bi wergerandina nivîskarê Kurd Husein Muhemmedî hat weşandin.


‘Gulistan’a Se'diyê Şîrazî

bi wergera Husein Muhammed derket

Beşek ji dîwana bi navê Gulistan ya şairê klasîk yê Îranî Se'diyê Şîrazî bi wergerandina nivîskarê Kurd Husein Muhemmedî hat weşandin. Dîwan ji aliyê Weşanên Han li Berlîn hat weşandin. Dîwan ji 54 rûpelan pêk dihê. Wekî dihê zanîn di van salên dawî de di warê werger û weşana ji wêjeya cîhanî bo Kurdî de pêşkeftineke berçav xwe dide diyarkirin. Husein Muhemed jî yek ji wan kesan e ku ked û xebatên xwe li ser wergera wêjeyî kûrtir dike. Li ser vê yekê Berpirsiyarên Weşanên Han li Berlîn pîlaneke nû xistine pêş xwe ku ew dê giranî bidine ser weşandina berhemên wergerî yên ji wêjeya cîhanî.

Gulistan parçeyeke ji vê pîlanê ye. Pirtûk hem ji aliyê zimanê wergerî yê herik û xweş û hem jî ji aliyê kalîteya çapê xwe dide diyarkirin.

Fermon ji dîwana Gulistan çend beşên hilbijardî:

Amedekirin: KNN/Nahê Xan

www.kurdistan-news.net

 

"Ne pêdivî ye ticaran guh bibihîze
dengê tembûrê, sentûrê û bilûrê.
Ne lazim e çav baxçeyan bibînin
û poz binase bîna sorgul û nêrgizan.
Heke balguhê pûrtik tine be,
mirov dikare li ser kevir jî serê xwe deyne,
û heke evîndar jî ne li ber be,
dikare destê xwe di hemêza xwe de bigire
lê ev zikê bêxêr, zikê hîlebaz
nikare xwe bigire heke neyê dagirtin."

  

1.

Maliyet bo xweşkirina jiyanê ye, ne jiyan bo berhevkirina maliyetê. Ji zanayekî hat pirsîn: "Kî bextiyar e û mirovê çawan bextreş e?" Wî bersiv da: "Bextiyar ew e yê dixwe û li derdorî xwe belav dike; bextreş ew e yê dimire û maliyeta xwe li pey xwe dihêle."

 

Duayan bo wî neke yê

maliyet kom kir lê nexwar.

 

2.

Mûsa şîretek li Qarûn kir: "Qenciyê bike, wek çawan Yezdan jî qencî li te kiriye." Qarûn bi gotina wî nekir, û encam diyar e.

 

Yê karên baş bi pareyên xwe nake,

têk diçe dema pareyên xwe

ji dest dide.

Heke bixwazî

li vê û wê dinyayê di xweşiyan de bî,

merd be

wek çawan Yezdan jî li te merd e.

 

Ereban pendek heye:

"Merd be û minetdariyê jî nexwaze çimkî sûde û mifayê karê baş

dê li te bi xwe vebigere."

 

Ji pirtûka 'Gulistan'

 

Nasnameya Pirtûkê:

 (Derketina pirtûkê: sala 656 koçî / 1258 zayînî)

Se'diyê Şîrazî * Gulistan

Bijartin û wergerandin û ravekirin:

Husein Muhammed

© Husein Muhammed

Ji Weşanên Han Çapa 1.

Berlîn/Sibat-2009

Weşanên Han - 9

Roman - 6

Edîtor: Zeynel Abidîn Han

Werger: Husein Muhammed

Berg Design: Gazîn Onur Han

 

Çap û Girêdan:

HAN-GRAFIK Verlag & Werbeagentur

Bülowstr. 56-57, 10783 Berlin

Tel.: 00 49 (0) 30 23 55 25 40

Fax: 00 49 (0) 30 23 55 25 41

 

+ نوشته شده در  پنجشنبه هشتم اسفند 1387ساعت 23:44  توسط علی بلخکانلو  | 

برای علاقمندان زبان و ادبیات کردی

برای داونلود رایگان دستورزبان کردی( کرمانجی) نوشته پروفسور ژویس بلو و ویسی باراک استادان دانشگاه پاریس با ترجمه علی بلخکانلو به این نشانی مراجعه کنید .http://kurmanj.ir/news.php?readmore=37

برای داونلود رایگان رمان های مهم و برجسته به زبان کردی ( کرمانجی ) به نشانی زیر مراجعه کنید .
http://nefel.com/epirtuk/epirtuk_overview.asp?RubricNr=4

 برای اطلاعات بیشتر درباره زبان و ادبیات کردی می توانید به قسمت آرشیو این وبلاگ نیز مراجعه

کنید.

برای داونلود رایگان مجله Kurmanc ( کرمانج ) ویژه اصطلاحات حقوقی اقتصادی ریاضی فیزیک سیاسی ... به  کردی ( کرمانجی ) با ترجمه انگلیسی فرانسه ترکی آنها روی این نشانی کلیک کنید .

 http://www.institutkurde.org/publications/kurmanci/telechargement/

برای دسترسی به سایت دبستان کردی ( کرمانجی و سورانی ) در سوئد روی نشانی های زیر کلیک کنید .

http://www.dibistanakurdi.com/                                      http://www.dilpak.de/

برای داونلود رایگان کتاب های درمورد کردها به زبانهای کردی فرانسه انگلیسی ایتالیایی ترکی روی این نشانی کلیک کنید .

http://www.institutkurde.org/bibliotheque/en_ligne/

 برای خواندن یا برگرفتن اعلامیه جهانی حقوق زبانی با ترجمه کردی ( کرمانجی ) روی این نشانی کلیک کنید .

http://www.institutkurde.org/bibliotheque/en_ligne/danezana_gerduni_ya_mafen_zimani.php

 

+ نوشته شده در  پنجشنبه یکم اسفند 1387ساعت 19:56  توسط علی بلخکانلو  | 

کتابخانه محمد اوزون رمان نویس کرد افتتاح شد.

محمد اوزون در سال ۱۹۵۳ در سورک واقع در کردستان ترکیه به دنیا آمد . وی از ۱۹۷۹ زندگی در تبعید در سوئد را آغاز کرد. وی دارای دو فرزند شد . در سال ۲۰۰۶ در اثر بیماری سرطان درگذشت و در شهر دیاربکر ( آمد ) به خاک سپرده شد .

او رمانهای بسیاری به کردی ( کرمانجی ) نوشت . در سال ۲۰۰۱ برنده جایزه تورگنی سگرشتد از آکادمی نویسندگان سوئد شد . وی بیش از بیست اثر دارد . رمانهایی مانند ۱- تو ۲- مرگ یک پیرمرد زیبا ۳- سایه عشق ۴-یاد سرنوشت ۵- فریاد دجله .... متاسفانه هیچ یک به فارسی ترجمه نشده است . تمام آثار وی به بیشتر زبانهای اروپایی ترجمه شده است .

Pirtûkxaneya Mehmet Uzun hat vekirin

Gernas Amedî
NETKURD
Aktuelbûn:14:09 - 19/2/2009

Şaredariya Bajarê Mezin a Diyarbekirê îro li Sumerparkê “Pirtûkxaneya Bajar a Mehmet Uzun” vekir. Armanc ewe ku ev pirtûkxane bibe navenda agahi û belgenameyan.


Pirtûkxaneya Bajar a Mehmet Uzun ku ji aliyê saredariya Mezin a Diyarbekirê ve li Sumerparkê hatibû çêkirin, îro bi merasîmekî hat vekirin.

Bi alîkariya Navenda Huner a Diyarbekirê, nivîskar Vedat Turkalî, Kaya Muştekhan, Zozan Uzun (hevjîna Mehmet Uzun) û gelek kesên din niha di vê pirtûkxaneye de 15 hezar pirtûk gihîştine hev. Armanc ew ku di nava demek nêz de hejmara pirtukan derkeve 50 hezarî û ev pirtûkxane bibe navenda agahî û belgenameyan.

Di vê pirtukxaneyê de ji bo zarokan ê rojên xwendina çîrokên Kurdî bên organizekirin û her wiha ê bikaribin li sînema û belgefîlman jî temaşe bikin.

Dîsa armanc ewe ku pirtûkxaneya dîjîtal jî bê saz kirin da ku ji seranserê Cîhanê her kes bikaribe ji vê pirtûkxaneyê istifade bike.

 

+ نوشته شده در  پنجشنبه یکم اسفند 1387ساعت 19:55  توسط علی بلخکانلو  | 

دانشگاه بیلگی ترکیه به صورت رسمی واحد های زبان کردی را در این ترم ارائه کرد.

منبع : سایت کردی rizgari.com

Ûnîversîteya Bilgi doh bi awayek fermî dest bi dersên kurdî kir
Nivîskar: rizgarionline Di: 19.02.2009 Sehet: 11:39
Ji aliyê rizgarionline

Rizgarî Online / Li Tirkiyê cara yekem zîlê dersan herçiqas derengmayî be jî, li hember asîmîlasyona nijadperestiya-kemalîst, ji bo zimanê kurdî lêxist. Doh, li Ûnîversîteya Bilgi, bi awayek fermî dest bi dayîna zimanê kurdî hate kirin. Li gor nûçeya Tuğba Tekerek'a rojnamevana Taraf'ê ev agahî tên dayîn: "Xwendevanên tevlî dersa kurdî bûne û mamoste Ronahî Önen dane xwûyakirin ku, "heta beriya çend salan, xeyalkirina vê yekê jî ne mimkûn bû, lê îro bûye perçeyek rastî a vê xewnê."

Xwendevanek kurd, li ser sedemê bêşdarbûyîna xwe ya dersên kurdî weha diaxife:" Ji ber ku ez şerma 'zimanê dayîka xwe nizane' ji holê rakim, têm dersên kurdî". Herweha, xwendevanek tirk jî, hestên xwe weha dide eşkerekirin: "ji ber ku ez bi cîranên xwe yên kurd re bikevim danûstandinê, min serî li dersên kurdî daye."

Xwendevanek din dibêje ku "îdeolojiya fermî bi salan digot: "kurd tûne ye". sedemê hatina min, reaqsiyona li hember vê dîtinê ye û ji ber vê yekê dixwazim kurdî fêrbibim."

Ji zimanek 'çêkirî' ber bi fermîyetê ve..

Xwendevanê ku xwediyê daxwaznameya ji bo li ûnîversîteyan dersên kurdî bê dayîn, Sinan Erçin'ê şagirtê çîna dawîn ya Beşa Têkiliyên Navnetewî jî, tevlî van dersan dibe.

Erçin'ê ji gûndê Aşağı Yorgancı'ya Wanê diyar dike ku, "fermîbûna kurdî, wê piştgirî bide aşitiyê û hestên kurdan yên aîdiyeta vî welatî zexmtir bike."

Herweha Erçin, dibê je ku :"dema ew li dibistana navîn bû, mamoseyê wî yê dersa 'Zanîna Hemwelatîyê'-Vatandaşlık Bilgisi, ji bo kurdî peyva 'zimanek çêkirî' bikardianî".

Erçin, bîranînek xweyî din jî weha tîne ziman: "Polêsan, di deftera xwendevanekî de, helbestek kurdî dîtibûn û ew rûpel bi hêrs çirandibûn û bi xwendevan dabûn cûtin û daqûltandin."

RO/Cemil Süphan
Wergera Kurdî/Yado Ciwan


 Li ser kaxezê çap bike Li ser kaxezê çap bike Nûçeyê ji hevalê xwe re bişîne Nûçeyê ji hevalê xwe re bişîne   36 car hatiye xwandin.

+ نوشته شده در  پنجشنبه یکم اسفند 1387ساعت 19:50  توسط علی بلخکانلو  |