عمر دیزه ای که سالها در رادیو کردی آمریکا کار کرده و اخیرا به کردستان عراق بازگشته است در نوشته ای عجیب که در سایت رسمی اتحادیه میهنی کردستان عراق ( جلال طالبانی ) منتشر شده است اعلام کرد : کرمانجی را جمع کنید ! سورانی باید زبان رسمی کردها باشد ! دو کردستان خواهیم داشت ! یکی سورانی زبان متشکل از کردهای ایران و عراق و دیگری کرمانجی زبان متشکل از کردهای ترکیه و سوریه !
متن کامل نوشته وی با توضیحاتی از سایت کرمانجی زبان
nefel.com ( سوئد ) را در زیر می آوریم :
Homer Dizeyî malik li dihokiyan şewitand – Kurdistana Iraqê û Îranê ji soraniyê re
 |
CIZÎRA BOTAN, 12/11 2008 — Kurdekê bi navê Homer Dizeyî ko berê li
radyoya Dengê Emerîkayê jî kar kiriye bi nivîsareka ko ew dibêje behsa
prosesa standardbûna “zimanê kurdî” dike de dibêje du Kurdistan hene:
yek ji soraniyê re ye û ya dî jî ji kirmanciyê re ye. Li gor nivîsara
Homer Dizeyî ko di malpera PUK-mediayê de bi latînî belav bûye
Kurdistana Îranê û Iraqê dê ji zaravayê soraniya Silêmaniyê re be û
Kurdistana bakur û binxetê jî dê ji kirmanciya botanî re be.
Homer Dizeyî dibêje ne hewce ye ko kirmancîaxêvên li Kurdistana
Iraqê û Îranê serê xwe biêşînin çimkî soraniya Silêmaniyê li wan du
parçeyan bûye zimanê standard û ti kes nikare rê li ber wê prosesê
bigire. Herwiha ew dibêje botanî jî li bakurê Kurdistanê û binxetê
(Sûriye) bingehê kirmanciya standard e û mesele safî bûye û çûye.
Ti problema kurdên bakur û binxetê bi soranan û soraniyê re nîne
çimkî soran xwe bidirînin û biçirînin jî ew nikarin ji Zaxoyê derbasî
bakur bibin û nikarin tesîrê li kirmanciya bakur bikin. Kirmancên başûr
û nemaze dihokî di nêv destên soraniya Silêmaniyê de li ber xeter û
têkçûnê ne.
Yanî du rê li ber devoka dihokiyan hene: Yan dê bibin soran û ji
bakur bi dûr kevin, yan jî dê xwe bispêrin kirmanciya botanî û dest ji
dihokiya xwe ya berteng ya li ber êrişên soraniyê berdin da ji têkçûnê
rizgar bibin.
Kerem bikin û nivîsara Homer Dizeyî ya ko rêya soranîbûnê û mirinê nîşanî dihokiyan dide bi soranî bixwînin.
***
Pirrosey ledayikbûnî zimanî standard
Em tiwêjîneweyem le sallî 1993 le Waşintin nûsîwe û le kovarî
Karwanî mangane ke wezaretî roşinbîrîy Kurdistan derî dekird
bilawkirayewe, êstake debînim kijî hatuwe pêyida biçimewe û epdeytî
bikem û legell em hefit û heşt û miştumirrey ke wa emrro le ser zimanî
kurdî da dekrêt, bîguncênim û bîrurray xom lem beware da derbirrim.
Berayî
Derdî kurd her gel û wilate keritûpertkirawekey nîye, zimanekeşî
letlet e. Maweyekîş e şarezayanî ziman bîrûrra û pêşnîyarî cîyacîya
dexene rû bo dataşînî zimanêkî standard lew hemû dîyalêktaney zimanî
kurdî, standardêk ke kurdî hemû parçekanî Kurdistan têy bigen û bibêt
be zimanî resmî bo hemû kurd. Ellbet eme karêkî wa asan nîye û
rastîyekey her zanistî nîye. Be bîrûtêgeyiştinî min ême carê debêt
destberdarî em hewille bibîn û rêgayekî lewe sûk û asantir bigrîne ber,
be watayekî tir min way debînim ke ême xoman karekeman le xoman sext û
alloz kirduwe boye serederî lê deri nakeyn.
Ême be soj û atîfey nîştimanperwerîyewe xoman bew bîrokeyewe şorr
kirdotewe ke Kurdistan yek wilate û danîş bew sinûre nêw neteweyîyane
da nanêyin ke Kurdistanîyan awa kert kert kirduwe. Her bem
bîrkirdineweyeş dellên ke Kurdistan yek wilat bêt debêt gelekeşî yek
zimanî standardî hebêt, çon debêt yek gel û dû zimanî standard? Em core
bîrkirdineweye û xoşorrkirdinewe bew bîroke bo emrro serabasaye(yanê
wek serabê ye) be qise xoş e, belam daxî be cergim zor dûr e le waqî.
To bitewêt û netewêt waqîy sîyasî emrro dellêt Kurdistan yek wilat nîye
û hîç beşêkîşî serbexo nîye. Naşizanîn key ew beşane yan yekêk lew
beşane serbexoyî wedest dênin, naşizanîn tenanet eger serbexoyîşîyan
wedesthêna kê dellêt deyanewêt bibin beyek dewllet! Kê dellêt eger
rojêk le rrojan Turkîya bû be endamî Yekêtî Ewrûpayî ke ewsa
Kurdistanekeşî debête beşêk le Ewrûpaw kurdekanî ewê hemû mafêkî
dîmukratîyan wek ewrûpayîyekan bo dabîn dekrêt, kê dellêt hengî kurdî
Turkîya arezûy dabirran le Ewrûpa deken û xoyan regell Kurdistane
asîyayîyekanî dîke deden (eger serbexo bûn) û xoyan dekenewe be
asîyayî!? Hellekey ême le we daye ke her be xeyall–Don kîşotasa(wek
donkîşot) zimanêkî standard bo Kurdistanêkî ewîş her be xeyall yekgirtû
dadetaşîn û ezmûnî gelî erebî tenîşt xoman le berçaw nagirîn.
Ereb 20 dewlletî serbexoy heye her hemûşîyan le ser derîyan, ême
hîçman nîye û her çwar laşman be neyaran gîrawe. Ereb pitir le 200
milyon e, ême zor kemtir. Ereb abûrîyekî zor pitewî heye ke dinîya le
ber pare mastawyan(mastawkirin, îdyomek e yanê şelafîkirin) bo dekat,
ême eweşman nîye. Ereb yek milîyard musillmanî dinîya piştgîrîy deken,
ême dostman le naw ewane da zor kem e. Ereb jimareyekî yekcar zorî heye
le zana û bîrmend û edîb û şayir û roşenbîrî le astî cîhanî da, ême
eweman nîye. Ereb zimanêkî standardî zor dewllemendî heye ke hemû
gelanî misullmanî dinîyaş sûdîyan lê wergirtuwe, ewey ême wa nîye. Ê
başe ereb bew hemû tiwanayîye beşerîy û roşinbîrîy û abûrîyewe wa
wazîyan le yekgirtinewew damezirandinî dewlletêkî erebî yekgirtû
hênawe, boçî debêt em yekgirtine bo kurdî kem tiwana misoger bêt ke ême
be xeyallî xoman waman bo danawe!? Pitir le 17 -18 dewlletî emrîkay
latîn hen, Birazîl be der ke zimanekey portogîzî ye, ewanî dî xirrîyan
be îspanî qise deken, boçî nabin be yek dewllet ke hîç kêşey ziman û
dîyalêktîşîyan wek kurd nîye! Êran û Efxanistan û Tajîkistan be farisî
qise deken, boçî hewllî yekgirtin le naw yek dewllet da naden!
Azerbaycan, Ozbekistan, Turkmenistan, Qîrxîzstan, ta rraddeyek
Kazaxistan û zor wirde nejadî dîkey Asîyay Nawerrast û wîgurekanî
Çînîş, xo ewaneyiş giştîyan be zimanî turanî cîya cîya, belam her turkî
qise deken boçî nabin beyek dewllet! Boçî legell Turkîya nabin be yek?
Ba billêyin Emrîka û Birîtanîya lêk dûr in, xo beşe înglîz
zimanekey Keneda le gell Wilate Yekgirtuwekanî Emerîka hawsinûr e, xo
Awstiralîya û Nîwzîland le tenîşt yek in, baş e boçî emane ke be
înglîzî qise deken û kêşey dîyalêktîşîyan nîye boçî nabin beyek
dewllet!Allmanîya û Nemsa û beşêk le Swîsira ke be zmanî allmanî qise
deken, Firanse û Monako û beşêk le Beljîk û beşêk le Swîsira, bakîbêkî
firansî zimanî kenedî legell da nebêt çunke dûr e, xo be franseyî qise
deken, beşekey tirî Beljîk le gell Hollen da be yek ziman qise deken ke
filamandîye, Romanîya û Molldavîya be rromanî qise deken. Korîyay Başûr
û Bakûr yek mîllet û yek ziman û dû wilat in, herweha Çîn û Taywan. Baş
e emane ke hemû serbexon û kes rêyan lê nagirêt eger bibin be yek
dewllet, boçî nabin!? Boçî ême ke hêşta dewllet nîn her le êstawe waman
danawe yek degirîn û le êstawe demanewê zirre zimanêkî mesix-î bo
dabitaşîn?
Min ke wa tozêk le baseke lamdawe û xerîkî sîyasetim her le ber ewe
ye ke ême sîyaset û zimanman wa betundî lêk girêdawe ke le xoman
kirdote giloreyekî girêkore û xoman xistote naw gêjenêkî bê sereder.
Berzkirdinewey diruşmî “yek Kurdistan û yek zimanî standard” pêm waye
carê zu we.
Ca le ber roşinayî em rastîyane baskirdin le sazkirdinî yek zimanî
yekgirtû bo hemû beşekanî Kurdistanî piçirrpiçirr bîrkirdineweyekî
nazanistîy û dûr le waqî bînîye û belay minewe hewllêkî bêhude ye û
tenha le sojî atîfey nasyonalîzmewe serî helldawe. Reng e serbexoyî û
yekbûnî sîyasîy parçekanî Kurdistan zor asantir bêt le yekgirtinî
şêwezarekanî zimanî kurdî û kirdinîyan beyek zimanî standard. Çunke dûr
nîye serbexoyî le pirrêk da û le encamî gorranêkî diramatîkî barudoxî
sîyasî le nawçeke da bête dî her wek ke bo Tîmorî Rojhelat û bo Kosovo
rexsa, belam yekbûnî şêwezarî cîya cîyay zimanêk û sazkirdinî zimanêkî
standard emeyan ne be birrîyarêkî sîyasî û ne be gorranêkî diramatîkî
barî sîyasî nawçe dête dî, bellku le encamî pirroseyekî mêjûyî zor
dirêjixayenewe. Ca em pirrose mêjûyîye dirêjixayeneye ke wa min lêreda
basî lêwedekem.
Dergayek bo naw baseke
Ziman, çeşnî hemû organîzmêkî zîndû, debêt, dezê û deşmirêt. Her
wekû hemû organîzmêkî zîndû, zimanîş le jmareyek serayî elemenit û
pelûpoy binçîneyîyewe pêk hatuwe ke hemûyan be serîyekewe hebûnî ew
zimane dabîn deken.
Wişe şane ye. Wata yekêk lew serayîyane ye ke organîzmeke be
zorbûnî be hêz û be kembûnîşî kizu û lawaz û temenkurt debêt. Ba qeware
û formî organîzmêk lewey dîkeyan cîyaş bêt, eger zadey yekem tuxim
species bin, herî yekin. Însan her însane ba yekêk kurtebala yekêk
kelleget, yekêk spî ewî dî reş bêt, seg her seg e çi tajî çi tûl e,
emîbîyaş her emîbîya ye ba forrmîşîyan cîya bê. Ca her bem pêwere
hebûnî şêwezarî cîya cîya le naw her zimanêk da şitêkî zor asayî û
sirûştane ye û pêşkewtwutirîn zimanî emrroke le katî xoy da be qonaxî
fireşêwezarî da têperrîwin û êsteş-gerçî be rradeyekî kemtir-her
mawyane û le waneye her bişîyanmênê. Hemû netewekanî yekgirtûy emrro le
berayî mêjûyan da birîtîy bûyin le jmareyekî zor le êll û xêlat û koçer
û şiwankare û, le paşan şaristan û înca nawçey fîwdalî û şare dewllet
citî state û mîrnişîn tageyiştûnete doxî dewlletî netewey emrrokeyan
Nation state. Ca zor asayî buwe danîştuwanî herî yekêk lew nawçane
sebaret be nebûn yan kizîy hatûço û zor hoy dîkeş her be şêwezarî
nawçey xoyan diwabin û her eweşîyan be zimanî xoyan danabê û hellbeta
her wişey taybet bew nawçeyeşîyan be karhênabê.
Rastîyekey, fireşêwezarî tîxêkî dûdem e. Xirapîşe û başîş e. Le
layekewe kospêke le ser rêy hewilldan bo yekgirtinî ziman û kirdinî be
zmanêkî standard, standard bo nûsîn ke zimanî kurdî emrro nimûneyekî
zîndu we bo eme, le layekî tirîşewe kollêk wişey corawcor le berdest
zimanî yekgirtû dadenê ke emeyan bitwanêt xoy pê be rrê we bibat, çunke
aşkira ye ketake şêwezarêkî hîç zimanêk le wizey danabê be takî tenîya
dereqetî ew hemû allugorre bê ke le encamî pêşkewtinî teknolojî û abûrî
û komelayetîyewe beser jîyanî neteweyek da dêt.
Her çonêk bêt, emeş nabê û naşê ewe bigeyenê ketêk hellkêşanî hemû
şêwezarekanî zimanêk, le twanay da debêt pêdawîstî pêşkewtinî teknolojî
dabîn bikat, na, çûnke roj be rroj şitî wa niwê û taze babet peyda
debêt, kenêwî lenaw hîç zimanêk û şêwezarî zimanêk da nîye û debêt boy
saz bikirêt. Emeş kirdeweyekî zor sirûştaney berdewam e le hemû zimanêk
da.
Çon şêwezarêk xoy dadesepênê
Legell rewtî rojgar, yekêk le şêwezare corawcorekanî her zimanêk
xoy beser şêwezarekanî dike da desepênê û zall debêt. Mercîş nîye ew
şêwezare gewretirînî zimanekey bê, wata merc nîye zortirîn kes qisey pê
biken. Bo, çon û key em şêwezare cillewî be destewe girtuwe û bote
pêşeng û pêş qerewll, how fakterî zorî bo heye. Belam girîng ewe ye ke
em şêwe zare êsta wa baladest e be ser hemû ewanî tir da emeyiş xoy le
xoy da debê dillxoşkerewe bêt bo ewaney peroşî bestandardkirdinî
zimanekeyan in. Le seranserî împiratoratî berfirewanî Romanî da ke
gelanî împiratorîyeteke nek be dîyalêktî cîyacîya, bellku be zmanî cîya
cîya qiseyan dekird, zimanî resmî her latîn bû. Keçî latîn zimanî
nawçeyekî çikolaney nawerrastî Êtallîyay êstake bû ke pêy degutira
Latîwim Latium û paytextekeşî Romabû boye be zmane latînîyekan romî yan
romanî-îş degutirê.
Zimanî îspanyolî emrroke şêwezarî nawçey nawerrastî Îspanîya ye ke
bew nawçeye dellên Castilla boye îspanîyekan xoyan ke nawî zimanekeyan
dênin, pitir be kastîlîyana- î nawi deben nek îspanyol. Zimanî erebî
fishî ke quranî pîrozî pê nûsrawetewe le serdemî xoyda şêwezarêkî êllî
binî qirîş buwe le mike. Zimanî derî-î emrro le Efxanistan zemanêk
zimanî derbar dîwan-î şa buwe, boye êstaş her pêy dellên derî ke le
derbarewe hatuwe.
Zimanî allmanî nêwerrast – Lêre da mebest le nêwerrast le rriwangey
zemanî zimaneweye nek mekan-ke be Mittelhochdewtscih nasrawe û le
dewruberî salanî (1050 -1450) da baw buwe, ew core zimane buwe ke le
hof HOF wata dîwanî şaw dîwexanî mîrûxanedanan da qisey pê dekira û
lehî reşûrrutî sewadî mîllet nasiktir û beytîkêttir û bijarkirawtir
buwe. Her le bereweşe ke êstaş le zmanî allmanî modern da wişey
hoeflicih manay be edeb û asul û nezaket dedat û wişey hoeficih- îş
watay giran û sengîn û kîbar û xanedan degeyenê. Herdû ûşekeş le hof
wata dîwan û dîwexanewe wergîrawin. Ewe bû keşayeranî nawçe
corawcorekanî ew şanşîn û mîrnişînaney ke pêştir herîyeke be şêwezarî
sewadî mîlletî nawçey xoy hellbestî de honîyewe û bendî be şaw
şazadekan da hell degut, lew rêbazeyan lada û wired wirde rûyan kirde
şêwezarî hof yanî şêwey axaftinî be îtîkêtî dîwan û dîwexanî mîr û
axayan. Bê guman nabê rastîyekî dîkeş le bîrbikirê ke padaşt û
xelatkirdinî ew şayerane le layen deselatdar û siwarçakanî ew
serdemewe, rollêkî gewrey yarî kirduwe ke şayerekan rû le şêwey
axaftinî dîwexan biken û pişt le şêwey axaftinî sewadî mîllet û ladê
biken çunke lewê hîçîyan dest nedekewt. Be her hall le axirwoxirî ew
zemane zimanîye da, le salanî 1450 -1500 keşayatî û mîrayetî û
siwarçakî wek carî caran ewen de bawyan nemabû komell berew komellêkî
bazirganîyewe derroyişt, ew barey zimanîş gorra. Her ewe bû ke le diway
damezirandinî fêderasyonî bazirganîy nêwan şarekanî bakûrî rojaway
Allmanîya ke pêy degutira Hansestaedtebund, şêwezarî ew herêmey
Allmanîya ke zimanewanan diwatirê nawyan na Mittelniederdewtscih lew
naweyeda kira be axa û bere bere pelû poşî dehawêşt bo naw nawçekanî
zimanî allmanî nêwerrast û xerîk bû tengî pê hellçinê. Belam
hellweşanewey ew fêderasyone bazirganîye bû be hoy westandinî
peresendinî ew şêwezareş lenaw sinûrekanî xoyda.
Leserdemî zimanî înglîzîy nêwerrast Middle Englisih (dewrûberî
salanî 1066 -1500), şêwey axaftinî şarî Lenden, ke gewretirîn şar û
nawendêkî bazirganîy girîng bû, xoy beser hemû şêwezarekanî dîkey
zimanî înglîzî da sepand, belam le heman katîş da xoy mutirbe dekird be
wişemenîy hemû ew nawçaney ke danîştuwekanîyan hatuçoy lendenîyan
dekird. Bem çeşne şêwezarî Lenden kira be biragewreyek û wek dellên bû
bezmanî compiromise wata hemû layek pêy razî bûn.
Zimanî kurdî
Ca be umêdî sûd wergirtin lem kurte mêjuwey ew zimanane, ba
bigerrêynewe bo wilatî xoman û bizanîn çi rêgayek heye bo sûd wergirtin
le ezmûnî zimananî dîke.
Her wek pêştirê basim kird, hîç şêwezarêk wek takesiwar bergey
şalawî allugorrî jîyan nagirê. Wişemenî her şêwezarêk ba çend
dewllemendîş bê, her sinûrdar e. Xobestinewe be wşey yek şêwezar yan
eweta pekit dexa yan tûşî bekarhênanî wişey laydet dekat yanîş naçarit
dekat dabinîşît û bîr le darriştinî wişey niwê bikeyitewe. Xwastinewey
wişey bêgane û darriştinî wişey niwê dîyardeyekî zor asayî û tendirust
e û hemû zimanêkî pêşkewtûy emrro em rêgeye degirin bo xoguncandin
legell rojgarî xoşirrew da, belam ba carê berdê leser em pirsîyare
dabinêyin ta kijî dêt û degerrêynewe serî.
Ziman û gîrûgiriftî ziman zaniest e û nakirê be sojî
neteweperwerîyewe destî bo bibeyit, çunke eger ewe bikeyit ewa be derdî
ereban deçîn ke wetey be bîrman dê basî yekîyetî sîyasî ereb, deken
keçî her asinî sard dekutinewe, çunke her le berayî da be helle û bê
pilanêkî maqull û aqilane destîyan pêkird katê Cimal Ebdalnasir hat û
yekser destî be wihdey sîyasî kird le nêwan Mîsir û Surîya, belam çunke
ew wilate niwêye ke nawyan na Allcimhurîye Alirbîye Almithde le ser
binaxeyekî hîsabî wirdbonekiraw da binîyadinirabû û bezorî û beşêweyekî
nasirûştî dasepênirabû, serî negirt û çend be xêrayî û bepele damezira,
ewha-ş be xêrayî û bepele tepî û rima. Berawejûy ewe, to eger serincêk
bideyte pirrosey damezirandinî yekêtîy ewrûpayî-EU debînî ke le sallî
1956 be kobûneweyekî nêwan şeş wilatî Ewrûpay rojawa le Roma destî
pêkird û komellêkîyan damezirand be nawî Bazarrî Hawbeş-common market
le paşan kira be Komellî Abûrî Ewrûpayî-EEC, le paşana gumirkîyan kird
be yek, înca destîyan be hengawî sîyasî kird û parlemanî ewrûpayî û
encumenî Ewrupayîyan damezirand, le paşanda paseportîyan kirde yek û wa
zorbeyan dirawîşîyan kirdote yek.
Ca wek ke deybînîn, ewrûpayîyekan karekey xoyan zor be plan û
beşêneyî kird, dûr le sozî netewe perwerîy û mallekey xoyan le ser
binaxeyekî zor pitew û hîsabî wirdbokirawda xişt bexişt binîyad na ke
wa serî girtiwew ûserîş degirêt. Em nimûne sîyasîyem boye hênayewe taku
kurdîş nek her le biwarî yekîyetî mîllîyewe ke emeyan babetî basekey
min nîye, bellku le biwarî yekîyetî zimanîşewe kellkî lê werbigrêt û
peyrrewî bikat.
Zimanewananî kon û niwêy kurd û bêgane çend şêwezarêkî serekîyan bo
zimanî kurdî destnîşan kirduwe ke mebestî min lêreda ewe nîye biçime
naw axnîyanewe, belam pêm waye zurbey zimanewanekan rêk in le serewey
ke ewrroke sê dîyalêktî serekî le zmanî kurdî da bo qisekirdin be
kardebirdirên, kurdî bakûr (kirmancî), kurdî nêwerrast ke behelle le
naw xellkda nawî soranî lênirawe û dîyalêktî Goranî-zaza. Belam min bo
asankarî têgeyiştin soranî bo kurdî nawerrast û kirmancîş bo kurdî
bakûr be kar dênim, xoy raste ew sê dîyalêkte emrro le seranserî
Kurdistanda qiseyan pê dekirê, belam ewey rastî bê tenha soranî le Êraq
û Êran û kirmancîş le Turkîya û Surîya bûnete şêwezarî zall û xoyan
feriz kirduwe. Le berewe ew rêgaye asantirey ke min le berayî da basim
kird ewe ye ke debêt dan be waqîy dû Kurdistanî zimanî da binêyin, debê
bîrokey yek Kurdistan û yek zimanî standard le bîr bikeyn (her nebê
carê). Lew dû Kurdistane zimanîyeş da dû lehce be pirroseyekî mêjûyî
nek be birrîyarî sîyasî xoyan dasepanduwe: soranî le Kurdistanî Êraq û
Êran, kirmancîş le Kurdistanî Turkîya û Surîya. Ew dû şêwezare le
dezgakanî dewllet û le mîdîya le xwêndingakan da be kar debirdirên.
Rastî kurdayetîş her eweye ke kirmaşanî û hewramî û xaneqînîw feylî û
badînanî û şikakî le êraq û êran û zazaş le Turkîya le dam û dezgakanî
dewllet (eger hebû) û le mîdîya û le xwêndingakan da ser bo şêwezare
zallekey lay xoyan dabinewênin û xoyan perawêz biken. Min em qisane be
bê bellge nakem û hîwadar im qisepêkeranî kirmaşanî û Goranî û şikakî û
badînanî û zazayiş em boçûnem be demargîrîy bo soranî werinegirin,
çunke nimûneyekî zîndûm wa le berdest daye ke ezmûnî serkewtûy
dîyalêktî soranîye.
Emrroke le Kurdistanî Êraq û Êranda soranî şêwezarî zall e û ew
soranîyeş le ser binaxey dîyalêktî Silêmanî binîyad nirawe. Dellêm le
ser binaxey Silêmanî çunke şêwey axaftinî Silêmanîş wek 50 sall lemew
pêş nemawe û gorranêkî zorî be ser da hatuwe. Rast nîye emrro miştumirr
le ser ewe da bikirêt boçî şêwezarî to standard bê, hî min nebê? Eger
wabîrbikeynewe debê her şarêk û standardî xoy hebêt. Xogirêdan be
nawçeperistî, lem ruwewe, tenha tûşî kolanî bin bestman dekat. Aya
dekirê to hemû şarêkî wilateket razî bikeyit? Her çonêkî bê, ba
bezeyîman be xomana neyetewe, eme nek her le Kurdistan bellku le hemû
cîhanîş da her wa buwe. Dellên le zemanî Osmanîda şêwey her şarêkî turk
lewey dî cuda buwe, belam diwatir şêwezarî Esitemboll ke le hemû ewanî
dîke parawtir û modêrntir buwe û şêwezarî mêtropollî împiratorîyeteke
buwe kira be şêwey nûsîn ke emrro pêy dellên turkî esitembollî
(Istanbul turkcesi).
Xosepandinî şêwezarêk, le nûsîn û xwêndin da, kirdewey şewîrrojêk
nîye, bellku pirroseyeke eger be sedanîş nebê be deyan sall dajiwa ta
cêgîr debê. Le Kurdistanî nêwerrast da pêm waye şêwey Silêmanî ew
mercey be tewawî têda buwe, le kurdî bakurîş wata kirmancî lam waye
şêwey Botanî goyekey birdotewe.
***
Cêyî amaje ye goranîbêj û roşnbîrî nawdarî kurd Homer Dizeyî çendîn
karî le buwarî mozîk û goranî da pêşkeş be hunerî kurdî kirduwe û bo
mawey çend salêk le beşî kurdî radyoyî Dengî Emerîka karî kirduwe.